• Monday, 16 February 2026
logo

Kobanî: Li aliyê başûr, ti cihek di destê DAIŞê de nemaye

Gulan Media December 27, 2014 Nûçe
Kobanî: Li aliyê başûr, ti cihek di destê DAIŞê de nemaye
Li Kobanî, îro rewş hinekî kerr e lê hinek caran DAIŞ topan davêje her wiha Pêşmerge jî bersiva DAIŞê dide.

Peyamnêrên li ser sînorê Kobanî, diyar kirin ku îro ji danê sibehê ve heta vê gavê rewş li nav Kobanî kerr e tenê hinek caran degên topan tê ku ji aliyê DAIŞê ve tên avêtin û Pêşmerge jî bersiv dide.

Imer Kalo ragihand ku îro hewa pir sar e û livîneke bihêz di nav Kobanî de tine.

Li gorî agahiyên Kalo, hêzên kurdî pêşde diçin û taxên derdora kaşê Miştenûrê ji DAIŞê standine.

Hat zanîn li aliyê başûr ê Kobanî jî ti cihek di destê DAIŞê de nemaye.

Rudaw
Top