Serok Barzanî li gel Parêzgerê Nînowa civiya
Li vê kombûnê da Parêzgerê Nînowa bi helkefta serkeftinên Pêşmerge ya li operasyona azadkirina devera Zummar û Rebî'e û Şengalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û ragihand, azadkirina devera Şengalê û serkeftina Pêşmerge hevkêşeyan gûherî û hêviya runiştvanên parêzgeha Nînowa bilind kir. Her wiha behsa rol û amadebûna Serok Barzanî ya li bereyên ceng kir û bi bandor û karîger wesif kir.
Her li vê kombûnê da rewşa bajarê Mûsilê hate nirxandin û behsa plana azadkirina Mûsilê li jêr destê Da'îşê kir û tekez li ser beşdariya runiştvanên bajarê Mûsilê li azadkirina vî bajarî ji destê terorîstên Da'îşê kir.
