ENKSê 3 Partî ji refên xwe derxist
Kesên ku navê wan ji aliyên komîsyona hiqûqî ve hatine eşkerekirin ev in:
1 - Fewzî Şengalî - Sekreterên Tevgera El Wîfaq.
2 - Nesredîn Îbrahîm - Sekreterên El Partî.
3 - Mistefa Meşayîx - Cîgirê sekreterê El Wehde.
Li hemberî wê yekê îro Emîmdariya Giştî yê Encumena Nîştimanî ya Kurdê Sûriyê (ENKS) sifeta namzetiyê li ser wan her 3 partiyên Kurdî rakir jiber ku dengên xwe dane Lîsta TEV DEM`ê.
Her weha diyar kir ku, wan nûnerên her sê partiyan yên di Lêvgera Siyasî de guhertine û li cihê wan 3 kesên serbixwe diyar kirine ku ev in:
1- Enter Mihemed Ne`esan – Kobanê.
2- Xelîl Hîsam – Qamişlo.
3- Fuad Ibrahîm – Nûnerê Ciwanan.
