Serokê Parlamentoya Îranê tê Başûrê Kurdistanê
Li gorî agahiyên Rûdawê, Larîcanî ku ev du roj in li Iraqê ye, dê îro ji Bexdayê derbasî bajarê Silêmaniyê bibe û piştî dîtina Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî derbasî Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bibe.
Larîcanî dê bi Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed re rûnê.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê, Tariq Cewher ji Rûdawê re got, Yûsif Mihemed dê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Larîcanî bike û paşê dê bi hev re bicivin.
Heta niha nayê zanîn ka Larîcanî dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwzîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike yan na.
Rudaw
