Şêx Şemo: Cuda kirina Şengalê ji Kurdistanê nemimkune
Serokê desteya bilind ya Laleşê dibêje cuda kirina Şengalê ji Kurdistanê nemimkune.
Duh Serokê desteya bilind ya navenda Laleşî Şêx Şemo ragehand ku cuda kirina Şengalê ji Kurdistanê anjî birêve birina Şengalê bi awayekî xweser nemimkune.
Şemo di bersifa daxuyaniyên Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş de eşkere kir ku cuda kirina Şengalê ji Kurdistanê û birêve birina Şengalê bi awayekî xweser nemimkune jiber ku ev yek dibe sedema bitenê hêştina Kurdê Ezidî.
Şemo eşkere kir ku Şengal yek ji wan deverên Kurdistanî yên ji derveya îdareya Kurdistanê ye û eger refrandoma sala 2007an hatiba kirin vê demê Şengal hatiba ser Kurdistanê û niha jî ew karesatên han bi ser Şengaliyan de nedehatin.
Hêjayê gotinê ye ku beriya çend rojan Demîrtaş gotibû lazime Şengal bibe xwedan hêzeke taybet ya parastinê û bi awayekî xweser were birêvebirin û wegerandina Şengalê bo ser Kurdistanê biryareke metirsîdare.
