Dizeyî behsa rola Pêşmerge di azadkirina Mûsilê de dike
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku azadkirina Şingalê destpêke bû ji bo azadkirina Mûsilê û tekez dike ku Pêşemre dê di azadkirina Mûsilê de piştgir be.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku, beşdarîkirina Pêşemrge di şerê Şingalê de alîkareke ji bo azadkirina tevaya Mûsilê û destpêkek baş e ji bo derkirin çekdarên DAIŞê û got: “Pêşmergeyên Kurdistanê beşdarî derkirina DAIŞ ji Mûsilê nake, lê dê bibe hêzeke piştgir ji bo azadkirina tevaya wê parêzgehê û vegera tevaya derbideran bo zêda xwe.”
Bi nêrîna Dizeyî, demek dirêj ji bo azadkirina Mûsilê divê, ji ber ku divê rewşa wan kesên sivîl ên ku li bajarê Mûsilê mayîne berçav were girtin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dike jî ku “Hêzên Pêşemergeyên Kurdistanê li tevaya eniyan pêşdeçûneke baş bidest xistiye, beşek zêde ji navçeyê jî ji dest DAIŞê derxistiye.
Basnews
