• Monday, 16 February 2026
logo

Şanda HDPê berev Qendîlê çû

Gulan Media December 26, 2014 Nûçe
Şanda HDPê berev Qendîlê çû
Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hevdîtinê ligel rêveberên KCKê pêk bînin ji Herêma Kurdistanê ber bi Qendîlê ve rêket.


Şanda HDPê ji Parlamenterê Stenbolê Sirrî Sureya Onder, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û parlamantara serbîxwe ya Amedê Leyla Zana pêk te.

Şnada HDPê 17ê Berfenbara îsal hevdîtinek veşartî li Girtîgeha Gireva Îmraliyê ligel Rêberê PKK Abdullah Ocaln lidarxistibû. Piştî du rojan raya gelêmperî ji wê hevdîtinê hatibû agahdarkirin. Pişt re ji şand ligel Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan civiyabû.

Sirrî Sureya Onder ragihandibû hevdîtinên veşartî bên lidarxistin heger pêwîst be dê hevdîtinên bên eşkerekirin. Herwiha gotibû Leyla Zana dê li şandê de cih bigire.

Li gor zanyariyan, şanda HDPê dê yekser derbasî Qendîlê bûn. Di derbarê hevdîtinê de ti daxuyanî nehat dayîn.
Top