DAIŞê ji sê aliyan êriş kir lê di nîv saetê de şikest!
Rayedarekî Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî saet derdora 12:00, çekdarên DAIŞê li gundê Sehlecî li nêzîkî Bendava Mûsilê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
Wî rayedarî diyar kir ku ji dema ku gundê Sehlecî ji aliyê Pêşmerge ve hatiye standin ve heta niha DAIŞê 9 caran êriş kiriye lê her carê jî hatiye şikandin û derbên giran xwariye.
Li gorî agahiyên wî pêşmergeyî, di şerê şeva borî de jî di nav nîv saetê de çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin û neçar man paşde birevin.
DAIŞê roja 25ê Mijdara îsal jî êrişî Bendava Mûsilê, ku di destê Pêşmerge de ye, kiribû lê di wî şerî de ku bi alîkariya balafirên şer hatibû kirin, 124 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin, di nav wan de 7 emîrên rêxistinê jî hebûn.
Rudaw
