Pêşmerge li Mexmûr û Guwêr êrişên DAIŞê têkşikand
Berpirsê liqa Mexmûr a partiya demokrata Kurdistanê Necat Elî ji PNA re ragihand:´´ şeva derbasbûyî li mêhwera Mexmûr û Guwêr, çekdarên rêkxistina terorîstiya DAIŞ bi çend otomobîlên bombekirî û xwekujan û herwiha bi piştevaniya zirêhpûşan êrişî ser çeperên hêzên pêşmerge li gundên Koşaf a serê, Koşaf a xwarê, Saqî, Wadî Xerab û Telerîm kirin.
Necat Elî ragihand, ku hêzên pêşmerge li wan deveran bi tundî bersiva êrişa terorîstên DAIŞê dan û di maweya demjimêrekê de û di encamê şereke tund de, êrişa çekdarên DAIŞê têkşikandin. Elî tekez kir, ku di evî şerî de, çend otomobîl, zirêhpûş û Humer ên DAIŞê bi cih hêlane û çend cendekên kuştiyên terorîstan jî kevtine destê DAIŞê.
Berpirsê liqa Mexmûr a PDKê got, ku hêzên pêşmerge di evî şerî de 3 şehîd dan û çend pêşmerge jî birîndar bûn.
