Kurdên Êzdî bersiva Demîrtaş dan
Piştî ku Hevserokê Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş gotibû ku, pêwîste Şingal bibe herêmeke serbixwe û bi Başûrê Kurdistanê ve neyê girêdan, Kurdên Êzdî dibînin ku pêwîst e Demîrtaş daxwaza lêborînê bike li ser van gotinan.
Parlementerê Kurdistanê, Şêx Şamo di daxuyaniyekê de bo BasNewsê got: “Mixabin ji bo axeftinên Demîrtaş, ne ji bo Êzdiyan e û ne di xizmeta wan de ye, ji ber ku Şingal navçeyek girîng a Başûrê Kurdistanê ye, ku Rojava û Başûr û Bakurê Kurdistanê bi hev ve girêdide.”
Şêx Şamo diyar kir jî ku, ew ne mêvanin li Başûrê Kurdistanê, ew Kurdên resen in û beşekî girîngin ji Başûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Pêwîst e Demîrtaş daxwaza lêborînî ji êzdiyan bike, ji ber ku axeftinên wî li dijî êzdiyan e.”
Navbûrî diyar kir jî ku, ew hewlên xwe dike da ku Serokatiya Parlementoya Kurdistanê bi fermî bersiva daxuyaniya Demîrtaş bide.
Ji aliyê xwe ve, qayimqamê Şingalê Meyser Hacî ji BasNewsê re got: “Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şingalê bixe îdareyeke serbixwe, ku ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve be, ev yek jî daxwaza hemû şingaliyan e, ji ber ku ji aliyê cografî ve dûrî Hewlêrê ye.”
Meyser Hacî red kir jî ku, Kurdên Êzdî daxwaza pêkanîna herêmeke serbixwe li Şingalê bikin.
Kameran Qasim, ku yek ji rewşenbîrên navdar ê Kurdên Êzdî ye, di bersiva gotinên Hevserokê HDPê de got: “Bila Demîrtaş biçe bostekê ji axa Bakurê Kurdistanê azad bike. Biryardan li ser çarenivîsa Şingalê di dest êzdiyan û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de ye. Ew gotinên Demîrtaş xizmeta dujminên Kurdan dikin.”
Basnews
