• Monday, 16 February 2026
logo

Rewşa dawî li Şingalê: Şer didome, hêza DAIŞê ya şerkirinê nemaye

Gulan Media December 24, 2014 Nûçe
Rewşa dawî li Şingalê: Şer didome, hêza DAIŞê ya şerkirinê nemaye
Li Şingalê şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de didome.

Qaymeqamê Şingalê Meyser Hacî Salih ji Rûdawê re got, li Şingalê ji şeva borî ve şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de didome.

Meyser Hacî Salih diyar kir ku Pêşmerge di nav taxên bajêr de şerê DAIŞê dikin lê ti pêşdeçûnek çênebûye.

Qaymeqam Salih anî ziman ku hêza şerkirinê ya DAIŞê nemaye û tenê di nav çend taxên bajêr de şer dikin.

Li gorî agahiyên qaymeqamê Şingalê, balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî îro li ser Şingalê digerin lê heta niha li DAIŞê nedane.

Li ser rewşa koçberên ku li ser çiyayê Şingalê mane jî Meyser Hacî Salih got, her çiqas hinek alîkarî ji wan re hatiye şandin lê ji ber sermayê rewşa wan xirab e.

Operasyona rizgarkirina devera Şingalê ji 17ê Kanûna îsal ve dest pê kiriye û heta niha jî didoem.

Rudaw
Top