DAIŞê balafireke şer xist, pîlotê wê jî dîl girt!
Navenda ragihandinê ya DAIŞê li bajarê Reqayê yê Sûriyê li ser Twîtterê daxuyaniyek belav kir û ragihand, çekdarên wan li Sûriyê balafireke şer a hêzên hevpeyman xistine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafir ya Ordunê ye ku tevlî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bûye.
Rêxistinê îdia kiriye ku ew balafira şer bi mûşekên termal xistine.
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê jî ragihand, çekdarên DAIŞê pîlotê balafira ku xistine, dîl girtine.
DAIŞê wêneyên wî pîlotê ku dîl girtine û tê gotin ku Ordunî ye, li ser malperên civakî belav kir.
Rudaw
