Barzanî li ser Çiyayê Şingal giriya
Beşdarbûyekî azadkirina Çiyayê Şingalê aşker kir ku, dema Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî çû ser Çiyayê Şingalê, jin, zarok, xort û kalan bi girîn pêşwaziya wî kirin.
Parlementerê Iraqê Mecid Şingalî ku di şerê azadkirina Şingalê de beşdarbû ji BasNewsê re aşker kir ku, dema Çiyay Şingalê hat azadkirin, wek wê rojê bû ku, mirov tiştekî bibîne ku berê di xeyala wî de jî nebû, lewma azadkirina Çiyayê Şingalê bi serkeftina dîrokî ya herî mezin a Pêşmerge û êzdiyan tê jimartin.
Macid Şingalê got jî:“ Dema Barzanî hate ser Çiyayê Şingalê tevahiya xelkê ji, zarok xort, jin û kalan bi girîn pêşewaziya Masûd Barzanî kirin û dema Barzanî çû ser Çiyayê Şingal giriya û di dema bi lêvkirina navên şehîdan de nikarîbû bi axifiya“.
Navborî diyar kir ku“ Ti tişt nîne pênaseya wê rojê bike ku, Barzanî çûye ser Çiyayê Şingalê, çûnkî di xew de jî, çekdarên Êzdî axa xwe maç dikirin“.
Rudaw
