Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta hatina cejnên serê sal û ji dayikbûna Hezretî Mesîh
Bi helkefta hatina cejnên serê sal û ji dayikbûna Hezretî Mesîh pîrozbahiyê li xuşk û birayên Krîstiyanên Kurdistan, Iraq û hemû Mesîhiyên cîhanê dikim û ji bo wan hêviya cejnekî pir bi xweşiyê dixwazim.
Cejna ji dayikbûna îsal û serê sala nû li demek daye ku welatê me tûşî êrîşa dirindetirîn rêxistina terorîstî bûye û hejmarekî zêdeyê xelkê Mesîhî û olî û neteweyiyên din mal û halê xwe bi cîh hiştine û koçber bûne. Li vir da dixwazim bi taybetî bi xuşk û birayên Mesîhiyên me rabigihînim ku Mesîhî pêkhateyekî ezîz û resenê vî welatîne û ji êş û azar û kêşeyên wan têdigihim lê belê wan dilniya dikim ku teror û tundrewî û wehşîgerî tu paşarojeke xwe nîne. Eveye dibînîn ku terorîstên Da'îş li ser destê Pêşmergeyên qehreman tûşî şikesteke gelek mezin hatine û zêdetirê navçeyan li jêr destê wan hatine azad kirin.
Ew navçeyên Mesîhînişînên hê jî li jêr destê terorîstan da mane bi dilniyayiyê ve têne azad kirin. Dixwazîn xuşk û birayên me yên Mesîhî bi serbilindî vegerin ser mal û halê xwe û jiyanekî bextewer û aram û dûrî ji tehdîdan destpêbikin. Daxwaz ji xuşk û birayên me yên Mesîhî dikim ku bîr li koç û bi cîh hiştina welat nekin û hêviya wan bi hêz be. Dijminên pêkvejiyan û aştiyê dixwazin hûn li vî welatî da nemînin. Mayîna we yên ezîz şikandina armanc û merama qirêja dijminên mirovayetî û terorîstane.
Kurdistan welatê me hemûyane û pêwîste rêz li bextewerî û xwest û daxwaz û mafên xuşk û birayên me yên Mesîhî bê girtin. Divê pêkve bijîn û ji nû ve welatekî pir li aştî û bextewerî ji bo hemûyan ava bikin û ew çand û kultura dewlemenda hezaran sale li welatê me bûye sedema pêkanîne pêkvejiyanê, kûrtir bikîn.
Hêvîdarim ev cejin ji bo we yên ezîz, bibê cihê xêr û xweşiyê û sebir û tehemula we hebê ji ber ku şikest û nemana ewrên tariya terorîstan nêzîke.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2014
