• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge û şervanên Kurd girê Miştenûr girtin

Gulan Media December 24, 2014 Nûçe
Pêşmerge û şervanên Kurd girê Miştenûr girtin

Şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn girê Miştenûr ê stratejîk ji dest DAIŞê derbixin, piştî şerekî giran ligel çekdarên wê rêxistinê.

Çavkaniyeke meydanî li bajarê Kobanê taybet ji BasNewsê re ragihan ku “Yekîneyên Parastina Jinê bi piştgiriya Pêşmerge karîn dest danine ser girê Miştenûrê, ku dikeve aliyê başûrê–rojhilatê bajêr, piştî şeveke dirêj ji şer û pevçûnan ligel çekdarên DAIŞê, ku heta duh , Sêşemê, ew şer berdewam bû.”

Li gor çavkaniya, şervanên Kurd ji aliyê rojava, başûr û rojhilat ve girê Miştenûrê girtin, lê li aliyê bakurê Miştenûrê, bi taybetî li taxa Meqtele, çekdarên DAIŞê hene.

Girê Miştenûrê yek ji girên herî stratejîk e li Kobanê, ji ber ku dikeve ser rêya serekî ya bajar ji aliyê rojhilat û başûr ve.

Bi girtina girê Miştenûrê ji aliyê şervanên Kurd û Pêşmergeyan, çekdarên DAIŞê rêya derbaskirina alîkariya ji aliyê rojhilat û baûrê Kobanê ve ji dest dide.

Duh, 22ê Kanûnê, şervanên Kurd dest danîne ser Navenda Rewşenbîrî ya Baqî Xido û dibistana Yermûk li heman eniyê.

Basnews
Top