ji Papa banga aşitîyê
Papa Franciscus, bi boneya Cejna Noelê ku rojbûna Hz.Îsa ye, nameyek nivîsand.
Papa di nameya xwe de li ser DAIŞê axaft û got, bal kişand ser di mehên dawî li Rojhilata Navîn bi hezaran mesihî, êzidî û kesên jî nijadên din rastî neheqiyê hatine.
Papa diyar kir ku helwesta xiristiyan, êzîdî û nijadên din ne baş e û wiha got: “Dixwazin zilma tê kirîn mafdar derbêxin, divê tevahiya serkirdeyên olî bi xebatek wêrek vê rewşê şermezar bikin.”
Papa Franciscus anî ziman ku ola îslamê ola aşitîyê ye û got, divê civaka navnetewî bên cem hev û li ser pêdivîyên xiristiyana û kêmaniyên din yên li heremê dest bi gotûbejan bikin.
Rudaw
