Davûtoglu: Xweseriya siyasî na lê ya îdarî mafekî sirûştî ye
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu, dema diçû Makendonyayê, di nav balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Ahmet Davûtoglu li ser destpêkirina muzakereyê di navbera dewlet û Îmraliyê de got, hevdîtina di navbera her du aliyan de dest pê nekiriye lê ji vir û pêde hikûmet dê bi hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Herêmê (Bakurê Kurdistanê) re hevdîtinan bike û bi wan re li ser pêvajoyê bişêwire.
Davûtoglu anî ziman ku niha atmosferek pozîtîf heye û wiha got: “Em hêvîdar in ev atmosfer bidome.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê he wiha destnîşan kir ku ew êdî mîna berê her tiştî ji medyay û raya giştî re eşkere nakin, ev jî yek ji nîşanên girîng ên pêvajoyê ye û wiha axivî:
“Him hevdîtinên siyasî him jî hevdîtinên din (qesta wî hevdîtinên bi Îmraliyê û Qendîlê re ye) dê bidomin. Ji bo me ev pêvajo yekalî û alternatîfa pergala giştî nîne. Niha atmosferek erênî heye. Emê di demê pêş de bibînin ka dê çi bên kirin.”
Di bersiva vê pirsê de ku gelo çek dê sala 2015an bên danîn?, Ahmet Davûtoglu wiha axivî: “Ez naxwazim wext destnîşan bikim û bêjim filan rojê. Lê xwezî me karîba em di demek herî kurt de bigihên wê yekê.”
Li ser xweserî û ragiririna fikara Tirkiyeyê li ser Şerta Xweseriya Rêveberên Herêmî de jî Davûtoglu got ku dê li ser wan mijaran gotûbêj bikin lê ji nav û terîman zêdetir, pêşxistin û bihêzkirina rêveberên herêmî û organîzekirina wan yek ji mercên jiyana sirûştî ya her welatekî ye.
Li gorî Serokwezîrê Tirkiyeyê, nabe ti wateyeke siyasî li ser xweseriyê bê barkirin ji ber ku ne li gorî yekbûn û yekparebûna welêt e.
Ahmet Davûtoglu pesnê HDPê jî da û ragihand, di van demên dawiyê de daxuyaniyên HDPê nîşan didin ku dixwazin ji bo tevahiya Tirkiyeyê bixebitin. Ev jî îşaretên baş in. Lê div hemû partiyên siyasî wiha kar bikin.
Rudaw
