• Monday, 16 February 2026
logo

Şingal; Pêşmerge û firokeyên Hevpeymanan li DAIŞê didin

Gulan Media December 23, 2014 Nûçe
Şingal; Pêşmerge û firokeyên Hevpeymanan li DAIŞê didin
Li nav bajarokê Şingal a li Başûrê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên rêkxistina terorîstiya DAIŞê berdewame û balafirên şer ên Hevpeymanan jî li derve û di hundirê bajêr de jî li DAIŞê didin.


Li gor nûçeyeka tora ragihandiniya Rudawê, ji şeva bihorî ve şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li Şingalê berdewame û balafirên şer jî bi tundî li çekdarên DAIŞê didin.

Li gor zanyariyên ji Şingalê ve, komek çekdarên DAIŞê yên ku dixwestin ji Mûsilê derbasî nava Şingalê bibin, rastî êrişa balafirên hevpeymanan hatin û nekarîn derbasî nava bajar bibin û 15 terorîst jî hatin kuştin.

Li gorî pêzanînan, di şerê Şingalê de çekdarên DAIŞê heta niha gelek kuştî dane û gelek cendekên kuştiyên terorîstên DAIŞê di ber destê hêzên pêşmerge de ne.

Hêzên pêşmerge niha li ser çiya û tepeyên derdora Şingalê ne û bi ser bajarê Şingalê de zalin û herwiha 3 taxên bajar û derwazeya bajar di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.

Top