Obama nameyek ji xwendekarekî Kurd re şand
Serokê Amerîka Barack Obama bersiva nameya xwendekarekî Kurd da û nivîsiye ku, hemû kesek li Iraqê mafê wî heye ku bi asayî bijî, bêyî guhdan bi ol û neteweya wî.
Azad Mistefa ew xwendekarê Kurd e, ku ev çend salin li Amerîka dijî û li yek ji zanîngehên Texasê dixwîne, piştî êrîşa çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bo ser Herêma Kurdistanê, Azad nameyekê bo Obama dişiyêne, navbûrî jî bersiva nameya wî xwendekarê Kurd dide, kopiyek ji namyê jî gehiştiye dest BasNewsê.
Di daxuyaniyeke taybet de bo BasNewsê, Azad Mistefa dibêje: “Piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve û ew karên hov ên ku li bermaber xuşk û birayên me yên Êzdî kirine, ez gelekî dilgiran bûm. ez jî wek Serokê Komeleya Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Texasê, min nameyek ji Serokê Amerîka Barack Obama re şand, da em spasiya wî bikin bo alîkarîkirina hikûmeta Amerîka bo Kurd û Hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê.”
Azad dibêje ku, di Mijdara bûrî de wî name ji Obama re şandiye, piştî çend hefteyan jî Obama bersiva wî daye, lê di Kanûnê de name gehiştiye dest wî.
Barack Obama di bersiva nameya Azad de nivîsiye: “Ez spasiye te dikin ku te demek ji bo şandina vê nameyê bo min terxan kiriy, nameya te bala min kişand û min hest bi xweşiyê kir bermbaer wan gotinên te yên ciwan.”
Di dirêjahiya nameyê de Obama nivîsiye: “Hemû iraqiyek, êdî negirîng e ser bi çi olekê ve be, pêwîste ew hest li cem wan hebe ku ew dikarin bi aramî li welatê xwe bijîn û bi rêya proseya siyasî berjewendiyên xwe pêş ve bibin, ne bi rêya şer û kuştinê. Pêwîst e em her tiştê ji dest me bê, bikin, ji bo peydakirina aramî û xweşiyê li seranserê cîhanê, ku pêwîstiya hemû zarok neviyên me pê heye.”
Di dawiya nameya xwe de, Serokê Amerîka ji wî xwendekarê Kurd re nivîsiye: “Carek din ez spasiya te dikim li ser şandina wê nameyê, hêviya serkeftinê jî di xwendinê de ji te re dixwazim.”
Basnews
