• Monday, 16 February 2026
logo

Alîkarê Serokwezîrê Tirikiyeyê: Kurd xweseriyê naxwazin!

Gulan Media December 23, 2014 Nûçe
Alîkarê Serokwezîrê Tirikiyeyê: Kurd xweseriyê naxwazin!
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç îdia kir ku kurt xweseriyê naxwazin û derheqê “pêvajoya çareseriyê” de jî wiha got: “Dema pêvajoyê dest pê kir hat gotin ku hinek tişt qet dê neyên qebûlkirine.”


Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç, ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî û di bersiva pirsa “gelo Tirkiye dê xweseriyê bide kurdan yan na” de wiha got: “Jixwe ew jî xweseriyê naxwazin. Ji ber ku dema em ketin rê hat gotin ku hinek tişt qet dê neyên qebûlkirin ji ber wê jî divê qet neyên ziman.”

Li ser wan mijar û tişan jî Arinç wiha axivî: “Yek ji wan tiştan, rewşa Ocalan e, çimkî ev şert dê ti carî ji aliyê gelê me ve neyên qebûlkirine. Lê dema behsa xweseriyê hat kirin ew neçar man daxuyanî bidin û da zanîn ku qesta wan ji xweseriyê rêveberiyên herêmî ye. Helbet em bixwe jî dixwazin rêveberiyên herêmî bihêz û xweser bin.”

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê her wiha got ku lê di warê siyasî de pêgeha ku ew dixwazin, pêwîsti bi derbasbûna zeman e.

Rudaw
Top