• Monday, 16 February 2026
logo

Lêborîna Navdewletî: DAIŞ jinên kurd ên êzîdî mîna koleyên sekskê bikar tîne

Gulan Media December 23, 2014 Nûçe
Lêborîna Navdewletî: DAIŞ jinên kurd ên êzîdî mîna koleyên sekskê bikar tîne
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) raporek li ser jin û keçên kurd ên êzîdî yên ku rastî destdirêjiya çekdarên DAIŞê hatine belav kiriye û ragihandiye, hinek ji wan keçan 14, 15 salî û hinek jî hîn biçûktir bûne.

Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi hezaran keç û jinên kurd ên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin. DAIŞê ragihand ku ew “li gorî qanûn û pîvanên îslamê” hatine revandin.

Rêxistina navdewletî ya Amnesty International, di raporekê de li ser wan jin û keçên kurd ên êzîdî eşkere kiriye ku DAIŞê jin û keçên êzîdî wek “koleyên seksê” bikar tîne û ragihandiye, hinek ji wan keç û jinan 14, 15 salî heta biçûktir in, hinek ji wan xwe kuştine yan jî hewla xwekuştinê dane.

Di raporê de ku duh hatiye belavkirin û agahiyên tê de xwe dispêre agahî û serpêhatiyên keç û jinên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, hatiye ziman ku ne tenê çekdarên DAIŞê lê alîgirên wê rêxistinê jî dest avêtine wan jin û keçên kurd.

Keça bi navê Rinda, ku temenê 16 sal e, ji Amnesty Internationalê re gotiye ku çekdarekî DAIŞê ku temenê wî du caran ji yê wê mezintir bû, dest avêtiye wê û wiha gotiye: “Tişta ku hat ser min û malbata min, pir biêş bû”.

Jina bi navê Wefa (27 sal) behsa wê kiriye ku wê û xûşka xwe xwestine xwe bikujin lê hinek kesan nehîştine.

Di beşeke din a raporê de gotinên keçeke din a kurda êzîdî hatiye vegotin. Wê keça kurd ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye, behsa hevaleke xwe kiriye ku dema çekdaran jê re gotine here serê xwe bişo û kincên baş li xwe bike, di hemamê de damarê destê xwe biriye û xwe kuştiye! Wê keçkê wiha aniye ziman: “Ez bawer im wê dizanîbû dê zilamek dest bavêje wê ji ber wê jî xwe kuşt.”

Şêwirmenda rewşên awarte ya Amnesty Internationalê, Donatla Rûra diyar kiriye ku tiştên ku DAIŞê aniye serê jin û keçên kurd ên êzîdî, sosret bûye û gotiye ku DAIŞê mîna xenîmeta şer û kelûmelan li jin û keçên êzîdî nihêriye û bikar aniye.

Wê rayedara Amnesty Internationalê ragihandiye ku ew jin û keçên ku rizgar jî bûne, tûşî travma û derbên derûnî bûne.

Her çiqas heta niha bi sedan jin û keçên kurd ên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûne lê hîn jî gellek ji wan di destê DAIŞê de mane.

Rudaw
Top