PDKê Li Silêmaniyê dibe mixalefet
Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê PDK li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê aşker kir ku, eger mafên wan di postên parêzgehê de nedin wan, wê demê ewê neçar bimînin ku bibin mixalefet.
Serokê frakisyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Ziyad Kake Reza ji BasNewsê re got:“ PDKê yek ji postên Parêzgeha Silêmaniyê bi ber dikeve, ev jî li gor encamên hilbijartinan, lê eger Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdisatnê YNK`ê wî mafê me binpêbikin û me ji bêpar bikin, em dê neçar bin bibin mixalefet.”
Navborî got jî:“Bo rêkeftina YNKê û Goranê me pîrozbahiya wan kir, lê bo postên parêzgeha Silêmaniyê daxwaza pişka xwe dikin û li benda hatina wan her du aliyan e û tenê di dezgehên ragihandin de me bihîstiye ku, Goran û YNKê serdana aliyên din ên siyasî dikin“.
Derbarê mercên gotûbêjkirina wan ligel şanda Goran û YNKê, serokê frakisyona PDKê got:“Rêjeya yek ji deh, mafê rewa yê me ye ku, hilbijartina daye me, eger ji wî mafî kêmtir bidin me, wate me derdixin derve û me bê pardikin û wê demê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê dibin mixalefet“.
Derbarê corê mixalefeta wan de, Ziyad Riza diyar kir ku“ Eger ji pişka me kêmtir be, ew bi neçarî me dikin mixalefet, çûnkî em dixwazin beşdariyê di Hikûmeta Xwecihî ya Silêmaniyê de binkin“.
Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ji 32 kursuyan pêkhatiye ku, 12 kursî yên Tevgera Goranê û 11 kursî yên YNKê ne, PDK jî 3 kursî ne û Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgitûya Îslamî ya Kurdistanê jî, xwedan 2 kursiyane.
Basnews
