• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Şêxê Hoza Şemer kir

Gulan Media December 22, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Şêxê Hoza Şemer kir
Duh roja dûşem 22.12.2014 li bajarê Dihokê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Ebdullah Hemêdî Ecîl Elyawer Şêxê Hoza Şemer û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Şêxê Hoza Şemer ji bo wan serkeftinên mezinê ku hêzên Pêşmerge li beranber terorîstên Da'îş de bi dest ve anîne û her wiha azadbûna navçeyekî berfirehê devera Şengal û Rebî'e û Zûmmar destxweşî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir. Li têkşikandin û nehiştina terorîstên Da'îş li wan navçeyan spasiya qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Şêxê Hoza Şemer kir û tekez li ser tebayî û birayetiya di navbera Kurd û wan Ereban kir ku baweriya wan bi pêkvejiyanê heye û destê wan li gel terorîstên Da'îş da nebûye. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew Erebên beşdariya tawanên Da'îşê bûne û hevkariya wan kirine û tawanê li dijî pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê bi taybetî li Êzîdî û Mesîhiyan encam daye li wê tawananê da berpirsiyarin û şerîkê zulm û tawana terorîstên Da'îşin.

Top