“Gerîla rêgiriyê li bilindkirina ala Kurdistanê dikin”
Li bazgeheke navçeya Bamernê ya di dest gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê de, gerîleyan rê nedan otombêlekê ku derbas bibe, ji ber ku ala Kuridstanê bilind kiribû.
Çavkaniyekê ji navçe ya Baziaynê ji BasNewsê re ragihand, di Roja Ala Kuridstanê de (17-12-2014`an) hejmarek ji welatiyên gundê Çemco ala Kurdistanê bilindkiribûn xwestin di bazgeha Sîlanê vê, ya di dest gerîleyên PPK, ê de, derbasbibin lê gerîleyan rê nedan wan ku, bi ala Kurdistanê derbasbibin.
Li gor ku çavknaniyê ragihandiye, sedema rêgirtin li wan welatiyan ew bû ku, ala Kurdisatnl bilind kiribûn, çavkaniyê wiha berdewam kir“PKK ji wan welatiyan re got ku nabê ew bo ala Kurdistanê ji wê bazgehê derbas bibin, vê yekê jî ew welatî dilgiran kirin”.
Di sala 2009`an de, Parlementoya Kurdistanê biryar da ku roja 17ê Kanûnê ji her salekê wek Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin.
Basnews
