Serokezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro tê Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro (22ê Kanûnê) Herêma Kurdistanê û li bajaê Dihokê bi endamên Encumena Parêzgeha Mûsilê re dicive û dê paşê serdana kampên penaberên iraqî bike.
Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê Beşar Kîkî li ser serdana Ebadî ji Rûdawê re got, em heta niha du caran li ser rewşa Mûsilê bi Ebadî re rûniştine û emê vê carê jî pê re bicivin.
Beşar Kîkî da zanîn ku di civîna yekem de Ebadî yek milyar dînar ji bo nûkirina avahî û navendên îdareya Mûsilê terxan kir lê ew pere kêm û têrê nake.
Kîkî anî ziman ku hikûmeta Iraqê bi qasî ku lazim e alîkariya wan nake û wiha got: “Emê îro hinek daxwaziyên xwe yên din pêşkêşî Ebadî bikin.”
Li ser naveroka beşek ji daxwaziyan Kîkî got, yek ji wan daxwaziyan terxankirina bûdceyek taybet ji bo devera Şingalê ye ji bo ku xelkê wê deverê zûtir vegerin ser mal û warê xwe; daxwaziyeke din jî ew e ku kesên ku hatine kuştin û komkukirin, mîna bûyera kampa leşkerî ya Spayker a Iraqê, bên qerebûkirin.
Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê her wiha eşkere dê tiştek din jî ji Ebadî bixwazin ew jî ew e ku ew keçên kurd ên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, bên qerebûkirin.
Rudaw
