• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Hollanda kir

Gulan Media December 21, 2014 Nûçe
Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Hollanda kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku operasyona rizgarkirina Şingalê yekser ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve tê meşandin û wiha got: “Em îro li benda mizginiyeke xweş in li Şingalê”.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya Wezîrê Derve yê Hollanda Albert Koenders kir. Piştî cîvnê Barzanî û Koenders civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka hevdîtinê got ku di civînê de li ser wê yekê hatiye axaftin ku Hollanda çawa dikare alîkariya Pêşmerge bike di şerê DAIŞê de her wiha behsa çawaniya xurtkirina pêwendiyên aborî di navbera her du welatan de hatiye kirin.

Serokwezîr Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê de li ser operasyona rizgarkirina Şingalê jî got ku operasyona rizgarkirina devera Şingalê yekser di bin fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de tê meşandin û da zanîn ku Şingal bi tevahî nehatiye paqijkirin çimkî heta niha şer heye.

Barzanî diyar kir ku ew îro li benda mizginiyeke xweş in li Şingalê.

Wezîrê Deve yê Hollanda jî ew ji bo wê hatiye Hewlêrê da ku bi rayedarên Kurdistanê re li ser çawaniya alîkarîkirina Pêşmerge di şerê DAIŞê de hevdîtin bike her wiha rewşa penaberên ji nêzîk de bişopîne.

Albert Koender da zanîn ku Hollanda dixwaze salekê hêzên Pêşmerge perwerde bike.

Wezîrê Derve yê Hollanda anî ziman ku ew dê car din jî serdana Kurdistanê bike û gotûbêjên zêdetir li ser paşxistina hevkarî û pêwendiyên Kurdistan û Hollandayê bike.

Rudaw
Top