Kobanî: Komek birîndarên DAIŞê ketin destê hêzên kurdî
Li Kobanî, şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de didome û hêzên kurdî roj bi roj pêşde diçin.
Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî, Reşîd Zêbarî ji Rûdawê re got, îro çekdarên DAIŞê ji du aliyan de êrişî taxên di bin kontrola hêzên kurdî de kirin lê Pêşmerge bi çekên giran berisva wan da.
Reşîd Zêbarî da zanîn ku balafirên şer jî çeperên DAIŞê yên li nav Kobanî de didon ber bombeyan.
Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, hêzên kurdî her roj operasyon û êrişên hevbeş li djiî çekdarên DAIŞê li dar dixin û rojane herî kêm 30 çekdaran dikujin.
Fermande Reşîd Zêbarî eşkere kir ku komek birîndarên DAIŞê jî ji aliyê YPGê ve bi dîl hatine girtin.
Peyamnêrê Rûdawê li ser sînorê Kobanî Ime Kalo jî ragihand ku Dibistana Yermûkê ya Kobanî bi tevahî ketiye destê hêzên kurdî.
Rudaw
