Şingalî dixwazin vegerin ser war û malên xwe
Piştî ku bajarokê Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin, şêniyên Şingalê dixwazin herin ser war û malên xwe.
Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ragihand, îro bi sedan kurdên êzîdî li devera Sihêlayê kom bûne û dixwazin herin Şingalê lê ji ber hebûna mîn û bombeyan, hêzên Pêşmerge nahêlin ew derbasî nav Şingalê bibin.
Operasyona rizgarkirina devera Şingalê ji roja 17ê Kanûna îsal ve dest pê kiriye.
Rudaw
