• Monday, 16 February 2026
logo

Li eniya Mexmûrê du gundên din ji DAİŞ’ê hatin paqijkirin

Gulan Media December 21, 2014 Nûçe
Li eniya Mexmûrê du gundên din ji DAİŞ’ê hatin paqijkirin

Li eniya Mexmûrê Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh birin ser çend gundên navçeyê û du gundên din ji çekdarên DAİŞ’ê paqij kirin û niha di bin kontrola Pêşmergeyan de ne.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li eniya Giwêr-Mexmûrê ji BasNewsê re got: ‘’Wek piraniya eniyên din, li sînorê Giwêr-Mexmûrê, çekdarên DAİŞ’ê gelekî lawaz bûne, hejmara wan kêm bûye û moral bi wan re nemaye.’‘

Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Vê êvarê (20.12.2014) Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê êrîşeke berfireh birin ser çend navçeyên derdora Mexmûrê û karîn gundên Şerepelke û Muhsînawe ji çekdarên DAİŞ’ê paqij bikin û niha herdu gund di bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê de ne.’‘

Wê çavkaniya Hêzên Pêşmerge da zanîn ku di vê êrîşê de bêyî Pêşmerge tu zerareke canî bibînin karîne wan herdu gundan kontrol bikin.

Basnews
Top