Sê taxên Şengalê bi tevahî ji DAİŞ’ê hatin paqijkirin
Pêşdeçûna Pêşmergeyan di nav qezaya Şengalê de berdewam e û çend tax bi tevahî ji çekdarên DAİŞ’ê hatin paqijkirin.
Derbarê pêşdeçûna Pêşmergeyan de ji Fermandeyiya Duhokê ya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê General Ferhan Elî ji BasNewsê re ragehand ku duh (20.12.2014) ber êvarkî Pêşmergeyên Kurdistanê karîne derbeyeke dijwar li çekdarên DAİŞ’ê bidin û wan têkbişkînin.
General Ferhan Elî got: ‘’Piştî şikandina çekdarên DAİŞ’ê Hêzên Pêşmerge karîn biçin nav qezaya Şengalê û niha çendîn cihên qezayê bi tevahî ji aliyê Pêşmergeyan ve hatine kontrolkirin.’‘
Ferhan Elî da zanîn ku niha 3 taxên Şengalê bi tevahî ji çekdarên DAİŞ’ê hatine paqijkirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Niha 3 tax bi tevahî hatine kontrolkirin û şer berdewam e. Niha li taxa Girê Meawiye ya Şengalê şer di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAİŞ’ê de heye, lê belê çekdarên DAİŞ’ê nema dikarin berevaniyeke wiha bikin, lê Pêşmerge ji xwe wiha zû naçin pêş neku li hinek tax û malan de mayîn û bombe hatibin danîn.’‘
Basnews
