Serok Komarê Iraqê bi helkefta serkeftinên Pêşmerge pîrozbahiyê li Serokê Herêma Kurdistanê kir
Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Komarê Iraqê bi helkefta wê serkeftina mezina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Zûmmar û Rebî'e û Şengalê bi destanîne bi germî pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir. Hêvî xwest li paşarojeke nêzîk da tevahiya cihên din ji destê terorîstan bêne rizgar kirin. Her wiha destxweşiyê jî li hêzên Pêşmerge kir ku qehremanane karîne terorîstan têkbişkînin.
