• Monday, 16 February 2026
logo

Ebadî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dîrokî ye

Gulan Media December 20, 2014 Nûçe
Ebadî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dîrokî ye
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, rêkeftina petrolê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, wek rêkeftineke dîrokî bi nav dike.

Ebadî ji Wall Street Journal re got, rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê yekê garantî dike ku serwet û saman bi awayekî dadperwerî bên parvekirin û kurd jî çekên pêwîst werbigirin ji bo rûbirûbûna DAIŞê.

Heyder Ebadî herwiha got ku Hikûmeta nû ya Iraqê pêşwaziyê li beşdariya hêzên kurdî û eşîretên sune di şerê li dijî DAIŞê de dike.

Serokwezîrê Iraqê ji civaka navdewletî jî dixwaze sozên ku dane pêk bîne û çekên pêwîst bidin hêzên Iraqê û rê li ber hatina çekdarên biyanî bigirin.

Heyder Ebadî di gotara xwe de herwiha anî ziman ku Hikûmeta Iraqê çekan nade ti komên ku ne di bin serpereştiya wê de be jî.

Rudaw
Top