Bi helkefta serkeftinên Pêşmerge Serok Wezîrê Iraqê pîrozbahiyê li Serokê Herêma Kurdistanê kir
Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Wezîrê Iraqa Federal ji bo serkeftinên vê dawiyê ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Zûmmar û Şengal û şikandina abluqeya terorîstên Da'îş li ser çiyayê Şengalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir. Her wiha ji bo wan destkeft û serkeftinên li şerê dijî terorîstên Da'îş de bi destanîn destxweşiyê jî li hêzên Pêşmerge kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Wezîrê Iraqa Federal piştgîrî û piştevaniya Hikûmeta Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan de dûpat kir û tekez li hemahengî û peywendiya berdewamiya her dû aliyan kir.
