• Monday, 16 February 2026
logo

Demîrtaş: Pêwîst e Gulen û cemaeta wî lêborînê ji kurdan bixwazin

Gulan Media December 20, 2014 Nûçe
Demîrtaş: Pêwîst e Gulen û cemaeta wî lêborînê ji kurdan bixwazin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand ku, pêwîst e Fethullah Gulen û cemaeta wî derbarê kiryarên wan li hember gelê kurd xwe rexne bikin û lêborînê bixwazin.

Demîrtaş di kongreya HDPê a bajarê Mêrdînê de axift û got ku, Cemaeta Gulen û AK Partî bûbûn yek û ketibûn milên hev û herdu alî jî bi salan li dijî gelê kurd û siyasetmedarên wê êrîşeke bê hempa meşandin.

Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku, Cemaeta Gulen zêdetirî 10 hezar hevalên wan pênc salan di zîndanan de ew dadgehkirin û hêştin û niha Hikûmeta AK Partiyê endamên cemaetê davêjin zîndanan.

Hevserokê HDPê anî ziman ku, “Ew ti cara girtinên karmendên ragihandinê pesend nake, lê bila bê bîra rêveberên rojnameya Zaman û televîzyona Samanyolu, dema ku hevalên me yên doza KCKê dihatin girtin, navên wan wek terorîst bikar dianîn û îdam ji wan re dixwestin.”

Wek tê zanîn di salên 2009 û 2011 zêdetirî 10 hezar siyasetmedar, rojnamevan û serok û endamên şarederiyê yên kurd bi navê doza KCKê hatin girtin û heta niha zêdetirî 5 hezar kes hîn li zîndanane.

Rudaw
Top