• Monday, 16 February 2026
logo

Felah Mistefa: Em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê

Gulan Media December 19, 2014 Nûçe
Felah Mistefa: Em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku ew dixwazin, hewl û xebatên ji bo pêvajoya çareseriyê tên meşandin, bidomînin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa diyar kir ku ew dixwazin, hewl û xebatên ku ji bo pêvajoya çareseriyê tên meşandin, bidomînin û got: ‘‘Em hêvî dikin xebatên tên birêvebirin heta ku pêvajoya çareseriyê diçe serî berdewam bikin. Me berê jî piştgirî da pêvajoya çareseriyê û em ê piştgiriya xwe ya ku didin pêvajoya çareseriyê jî bidomînin.’‘

Mistefa piştî “Konferansa Gaz û Petrola Iraq-Kurdistanê” ku li Londonê hat lidarxistin, derheqê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê, pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê, şerê dijî DAİŞ’ê û gaza Herêma Kurdistanê de agahî dan. Di mijara pêvajoya çareseriyê de Mistefa xwest ku hewl û xebat bidomin û wiha axifî: “Em dixwazin hewl û xebatên ku ji bo pêvajoya çareseriyê tên dayîn berdewam bin. Hêviya me ew e ku ev xebat heta pêvajo diçe serî dewam bikin.”

Piştgiriya ku Herêma Kurdistanê dide pêvajoya çareseriyê jî di rojeva Mistefa de bû û ji bo vê jî got ku ew bawer dikin dê aştî pêk were, baweriya wan bi aştiyê heye û ji ber vê jî ew ji pêvajoyê kêfxweş in. Felah Mistefa da zanîn ku wan berê jî piştgirî dida pêvajoya çareseriyê û wiha pêde çû: “Em ê piştgiriya ku didin bidomînin. Tiştê herî baş ê ku bê kirin jî ev e. Baweriya me bi aştî û gotûbêjê heye. Aştî xweşiyê bi xwe re tîne. Aştî bi xwe re nêrîna bi hevdu re jiyînê tîne. Em dixwazin hewl û xebatên ku ji bo pêvajoya çareseriyê tên dayîn bidomin. Hêviya me ew e ku ev xebat heta pêvajo diçe serî dewam bikin.”

Berpirsrê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di demên dawîn de bi awayekî erênî dimeşin û ew dixwazin ev têkilî zêdetir û berfireh bibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hin têkiliyan hat Tirkiyê û Felah Mistefa jî serdana Barzanî nirxand û got: “Wek cîran pêwistiya me bi hevdu heye. Ji ber vê jî avakirina pêşerojeke hevpar dê bi kêrî me her du aliyan jî bê. Divê em hevkariyê bikin. Em wek Herêma Kurdistanê wiha bawer dikin ku têkiliyên baş ên di navbera me de ji bo herdu aliyan jî gelekî bi kêr in. Bi saya lîderê herdu aliyan me êdî li hemberî hev enî ava nekirin û têkiliyên xwe pêşdetir birin û divê em vê bidomînin, lewra gelek tiştên me yên hevpar hene. Ji bo pêşvebirina fersendên hevkariyê divê em li ser wan xalên me yên hevpar bisekinin. Me gelek hewl da û ez wiha bawer dikim, gelek fersendên ku ji bo têkiliyên me zêdetir pêşve biçin jî hene.’‘

“Divê em bi hevdu re li hemberî dijminê zalim têbikoşin”

Felah Mistefa li ser rolaTirkiyê ya li hemberî DAİŞ’ê jî sekinî û diyar kir ku di têkoşînê de Tirkiye xwediyê roleke pir girîng e, lewra DAİŞ ji bo her kesî metirsî ye û wiha berdewam kir: “DAİŞ ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiyê, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo nirxên me yên wekhevî, demokrasî, edalet û azadiyê metirsî ye. Ji ber vê jî divê em bi hevdu re tevbigerin. Divê em bi hevdu re li hemberî dijminê zalim têbikoşin. Em ji ber avakirina koalîsyona navneteweyî ya ku ji bo şerê DAİŞ’ê bike gelekî kêfxweş in.”

“Pêwistî bi alîkariya civaka navneteweyî heye”

Mistefa ji bo çareserkirina pirsgirêkên di qada ewlehî, aborî û mijarên din yên ku li herêmê diqewimin de hevkariyê pêwîst dibîne û got ku ji ber krîza Sûriyê jî Tirkiye bi gelek penaberan re rû bi rû maye û alîkarî daye wan.

Ji mijarên ku Felah Mistefa bi taybetî xwest balê bikşîne ser yek jî şert û mercên zor yên ku penaberên li Herêma Kurdistanê di nav de ne bû û ji bo vê yekê wiha got: “Niha ji 280 hezarî zêdetir penaber mêvanên me ne, bi qasî milyonekî penaber jî ji cih û warê xwe bûne. Bi tevlî penaberan ve ev hejmar dibe nêzîka milyonek û 600 hezar kesan. Ev barekî pir giran e û pêdiviya me bi alîkariya civaka navneteweyî heye.”

‘‘Gaza Herêma Kurdistanê dê di 2018’an de li Tirkiyê be”

Mistefa destnîşan kir ku di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dê xeta boriyê ya ji bo gaza xwezayhi bê avakirin û bi saya xetê gaza Kurdistanê heta 2018’an dê bigihe bazara navneteweyî û axaftina xwe wiha qedand: “Ez wiha bawer dikim bi saya pêdiviya enejiyê û têkiliyên di navbera me û Tirkiyê de ev yek dê bê kirin. Wiha bawer dikim ku herdu alî dikarin bibin şirîk jî. Em dikarin bi hevdu re gazê bighînin Ewropa û dinyayê. Ji bo vê li herêma me ev çavkanî heye û ev ji bo me jî fersend e. Wek cîran pêdiviya me bi hev heye. Em dikarin xêrê ji hev bibînin. Ev yek bi kêrî her du aliyan jî tê. Pêwistiyên Kurdistanê hene û tecrûbeya Tirkiyê heye.”

Basnews
Top