• Monday, 16 February 2026
logo

35 kes kuştin, 185 jin û zarok jî revandin!

Gulan Media December 19, 2014 Nûçe
35 kes kuştin, 185 jin û zarok jî revandin!
Li Nîceriyayê, çekdarên rêxistina radîkal a “Boko Heram”ê li gundekî 35 kes kuştin û 185 kes jî revandin.

Li gorî Reutersê, çekdarên Boko Heramê çend roj berê li gundekî Nîceriyayê bi navê Gomskîrî êrişî mal û cihên giştî yên gund kirin û 35 zilam li ber çavên xelkê kuştin.

Li gorî nûçeyê, paşê çekdaran 185 jin û zarok bi xwe birin û çûn.

Beriya niha jî çekdarên Boko Heramê 200 xwendekarên keç ên Nîceriyayê revandibûn.

Wezareta Parastina Kameronê jî ragihand, artêşa wî welatî 116 çekdarên Boko Heramê kuştiye.

Yek ji fermandeyên artêşa Kameronê bi navê Dîdîr Badcek diyar kir ku wan çekdarên Boko Heramê êrişî qereqoleke artêşê li bakurê Kameronê kiribûn.

Rudaw
Top