Çend gundên din yên Rojavayê Dîcleyê hatin rizgar kirin
Hêzên pêşmerge îro çend gundên din yên li mihwera Rojavayê Dîcleyê rizgar kir.
Di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DIŞIê de îro jî hêzên pêşmerge li Rojavayê mihwera Dîcleyê êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DIŞIê domandin.
Di encama wan êrîşan de gundên Bîrhelo, Mamîlhelo, Bîrikê û kaxir û çend gundên din jî hatin rizgarkirin û pêşrewiya hêzên pêşmerge jî didome.
