• Monday, 16 February 2026
logo

Çavuşoglu têkiliya Tirkiye û petrola DAIŞê aşkere kir

Gulan Media December 19, 2014 Nûçe
Çavuşoglu têkiliya Tirkiye û petrola DAIŞê aşkere kir

Wezîrê Derve yê Tirkiye dibêje ku, welatê wî dest daniye li ser 80 milyon lîtir ji petrola ku DAIŞ dixwest bi qaçaxî bifroşe.

Di çarçoveya serdan xwe de bo Îranê, Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu îro, 18ê Kanûn, ragihand ku “Ji destpêka sala 2014an ve,Tirkiye dest daniye li ser 80 milyon lîtir ji petrola ku rêxitsina Dewleta Islamî dixwest bi qaçaxî bifroşe.”

Li gor ku Mevlut Çavuşoglu ragihandiye, Tirkiye gelek boriyên petrolê jî yên li Sûriye di dest çekdarên DAIŞê de ne ji nav birine.

Di Mijdara bûrî de, Netweyên Yekbûyî (NY) di raportekê de ragihand ku, Tikriye welatekî gelekî girînge di veguhestin petrola DAIŞê de ya ku biqaçax difroşe. Di Îlona bûrî de jî berdevka Wezreta Petrolê ya Sûriyê ragihandibû ku, DAIŞê rêjeyek ji petrola xwe bi rêya navbênkaran firoştiye Tirkiye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiye rapora NY û daxuyaniya beripsa Sûrî red kir û got: “Ev yek şerê derûnî ye li dijî Tirkiye.”

Basnews
Top