• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeke Kongiresa Amerîkayê kir

Gulan Media December 19, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeke Kongiresa Amerîkayê kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê roja 18ê vê mehê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke çarkesîya Kongiresa Amerîkayê bi serokatiya kongiresman Dana Rohrebarçer kir.

Di dîdarekê de, şandeya Kongiresa Amerîkayê careke din sipasiya xelk û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, biwêrane û mêrxasane li hember teror û terorîstan rawestane û li şûna hemû cîhana azad şerê terorê bikin û xwe ragirin. Eger terorîst baladest bibin ew dê ji bo hemû cîhan û tevaya mirovatiyê bibin metirsî. Şandeya mêvan bi navê Amerîkayê û cîhanê sipasiay xweragiriya pêşmerge kir û ragehand ku, her ev yek ji pêşmerge dihat çaverêkirin, tevî îmkanên tixûbdar, pêşmerge karî însiyatîvê bixe destê xwe de.

Şandeya Kongiresa Amerîkayê behsa serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew hatine lêkolînê li ser rewş û pêdawîstiyên Kurdistanê bikin û rastiya rewşa herêma Kurdistanê bigehînin desthilatdarên Amerîkayê daku di hemû waran de hevkariya herêma Kurdistanê bikin.

Şandeya mêvan, herwesa ji bo pêşwazîkirin û hewandina koçberên mesîhî û êzîdî sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û herêma Kurdistan ê yên digel welatên cîran di dîdarê de hatin gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeya Kongiresa Amerîkayê bo herêma Kurdistanê kir û got ku, hindî ev serdan hebin zêdetir lihevtêgihiştin, rastiya rewşa heya û rewşa herêma Kurdistanê baştir dê cîhanê re zelal bibe. Barzanî sipasiya Amerîkayê kir ku, bi balefirên şerî li terorîstên DAÎŞ dide û alîkariya pêşmerge dike, lê got ku, pêwîstiya pêşmerge bi zêdetir bi çekê giran û rahînanê heye.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa lihevhatina Hewlêr û Bexdayê kir û gor ku, ew lihevhatin ji bo çareserkirina hemû pirsên siyasî û aborî bi awayekî minasib derfeteke baş e, ji encamê siyaseta şaş a hikûmetê berê a Îraqê gelek pirsgirêkan çê bûn û tekîd kir ku, herêma Kurdistanê piştgiriya hikûmeta nû ya Îraqê dike.
Li dor têkeliyên bi deweletên cîran re jî, serokwezîr got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên dostane digel welatên cîran û cîhanê hebin.


Top