Fermandarê leşkerî yê DAIŞê hat kuştin
Berpisyarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îsmet Receb ji Rûdawê re ragihand ku di encama operasyonek asmanî de ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve hat pêkanîn, berpisyarê DAIŞê yê bi navê Ebû Saad El-Hebî hat kuştin.
Receb diyar kir ku El-Hebî dema ku di otomobîla xwe de bû hedefa balafirên hêzên hevpeymaniya navdewletî.
Bepisyarê PDK yê Mûsilê anî ziman ku îro sibê saet 06.00an li Mûsilê li dijî navendên DAIŞê operasyonan dest pê kir û operasyon hêj didomin.
Duhî jî li Şingalê di encama operasyonên asmanî de parêzgerê Şingalê yê DAIŞê hatibû kuştin.
Rudaw
