Hêzên Pêşmerge 5 gund rizgar kirin
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmata Kurdistanê Ferîq Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Êrişa Hêzên Pêşmerge bo ser Şingalê dest pê kiriye, lê heta ku dawî li operasyonê neyê em nikarin tu zanyariyan li ser şer û çawaniya êrişê eşkere bikin.”
Bi gotina Cebar Yawer, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî ligel Hêzên Pêşmerge di vê operasyonê de hevkar in û ew bi bombebaran û Pêşmerge jî bi êrişa bejayî êrişê birêve dibin.
Li gora agahiyên Rûdawê, êrişa Pêşmerge ji sê eniyên Hugne, Karêz û Kubankê dest pê kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî, ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge 5 gûnd li navçeya Zûmar kontrol kirine, ew jî bi navên: Hugne, Karêz, Kubankê, Girgamêş û girdibxûr in.”
Memozînî li ser rewşa Şingalê wiha got: “Hêzên Pêşmerge li Şingalê topên Hawanan davêje ser çeperên DAIŞê û amadekarî tê kirin ji bo êrişa Pêşmerge û azadkirina wan navçeyên di bin destê DAIŞê de.”
Seîd Memozînî da zanîn ku, “Rewşa DAIŞê li wir gelekî xerab e û îro 6 termên wan di çemê Dîcle de hatine dîtin ku bi destê xelkê hatine kuştin û yek ji wan çîçanî ye. Herwiha 20 çekdaran jî di şer de çekên xwe avêtine û ber bi Teleferê ve reviyane.”
Îro sibehê seat 07:00 Hêzên Pêşmerge li hersê eniyên Hugne û Karêz û Kubankê dest bi operasyonekê kirin û li sê aliyan pêşve diçin.
Rudaw
