Sindoqa Dahata Petrol û Xazê ya Kurdistanê pêk tê
Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser damezrandina Sindoqa Dahata Petrol û Xazê rêkeftin û di nêzîk de ji aliyê Parlamentoya Kuridstanê ve tê pejirandin.
Ligor zanyariyên BasNewsê, di civîna hefteya borî ya Pralamentoya Kurdistanê de, hikûmet û Parlametoya Kurdistanê projeyên xwe ji bo pêkanîna Sindoqa Dahata Petrol û Xazê pêkêşkirin û piştre li ser wê yekê rêkeftin ku, her du projeyan bikin yek proje.
Ligor naveroka projeyê, hemû dahatên Wezareta Çavknaiyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ku, dê dahta navxweyî û ya derve ji frotina petrolê bidest dixe, bikeve nav wê sindoqê û hatiye pêşniyarkirin jî ku, kesk bi pleya wezîr yan alîkr dê berpirsê wê sindoqê be û ji bilî wê jî, dibe ku berpirsê wê sindoqê bibe endamê Komîteya Petrol û Xazê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yan jî rasterast dibin çavdêriya Parlametoya Kurdistanê de be.
Di vê derbarê de, Serokê Komîteya Petrol û Xazê li Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Cewdet ji BasNewsê re aşkere kir ku, di wê priojeyê de hatiye pêşniyarkirin ku, serokê wê sindoqê bi pleya wezîr yan alîkar be û got:“ Eger ew yasaye li Parlameto pesend bibe, ew pirs jî dê ligel yekalî bibe“.
Duh, 16.12.2014, li bajarê Londonê konferensa Petrol û Xazê ya Herêma Kuridstanê hat lidarxistin û biryare di nêzîk de pirsa damezrandina Sindoqa Dahata Petrol û Xazê yekalî bibe û ji aliyê Parlametoya Kuridstanê ve were pejrandin.
Basnews
