• Monday, 16 February 2026
logo

Almanya jî serbazên xwe dişîne Kurdistanê

Gulan Media December 17, 2014 Nûçe
Almanya jî serbazên xwe dişîne Kurdistanê
Biryar e ku îro, Encumena Wezîran a Almanyayê deng li ser plana berfirehkirina piştevaniya Hikûmeta Almanya bo Hêzên Pêşmerge di warê perwerdeya leşkerî de, bide.

Hefteya borî rojnameya Bild a almanî ragihand ku Encumena Wezîran daxwaza mohletê ji Parlamentoya Almanyayê kiriye, ku 100 serbazên almanî bo perwerdeya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge bên şandin.

Herwiha li gorî malpera Spiegel Online ya almanî, planek bo şandina bi dehan serbazên almanî di destpêka sala 2015 de bo Herêma Kurdistanê hatiye danîn.

Ew malper dibêje ku, biryar e ew serbaz Hêzên Pêşmerge li ser çend çek û alavên leşkerî yên pêşketî perwerde bikin, ku di nav wan de alaveke taybet heye bo pûçkirina mayînan.

Her li gorî wê malperê, bicîhkirina wê planê û berfirehkirina erkên xwe li Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Almanya ve, pêdivî bi tevlîbûna rasterast a parlamentoya wî welatî heye.

Lewma biryar e ku ji bo vê mebestê îro Encumena Wezîran a Almanyayê deng li ser wê plane bide.

Rudaw
Top