• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî: Pêşmerge nebûya Kerkûk dikete destê DAIŞê

Gulan Media December 16, 2014 Nûçe
Serok Barzanî: Pêşmerge nebûya Kerkûk dikete destê DAIŞê
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ku heger hêzên pêşmerge yên Kurdistanê nebûnaya, Kerkûk jî dikete destê DAIŞê. Serok Barzanî tekez kir, ku pêşmerge bi tenê şerê Musilê nake û heger hewleke wisa hebe, pêşmerge dê tenê alîkariyê bide.


Di hevpeyvînekê li gel kanala Alarabiya, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ragihand ku eger hewlên hêzên pêşmerge nebûya Kerkûk jî dikete destê DAIŞ, sebaret bi rizgarkirina bajarê Musilê jî teqez dike ku bi tenê bi hêza pêşmerge ew şer nayê kirin.

Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê jî kir û got: Şerê Musilê şerê Kurd û ereb pêkve ye ji bo wê jî bi tenê ew şer bi pêşmerge nayê kirinê, lê belê hêzên pêşmerge amadene hevkariya rizgarkirina Musilê bike.

Serokê herêma Kurdistanê rastiyek di aşkira kir û got: Pêwîste ez vê rastiyê aşkira bikim ku bi ew çekên di destê pêşmerge de ye û bi ew alîkariyên ku hêzên hevpeyman dan me tenê hêzên pêşmerge ên Kurdistanê karîne ew wan serkeftinan bi dest bixin. Bi nêrîna min tu kesekî din li vîhanê nikare bi ew çekên kêm ku di destê hêzên pêşmerge de heye bikarin wî şerî pê bikin.

Top