Erdogan dê bê Hewlêrê
Li gor agahiyên ku ketine destê Rûdawê, Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan destpêka sala 2015an dê serdana Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike.
Peyamnerê Rûdawê ji bo agahiyê pişrast bike hevdîtinek ligel Serkonsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Akif Inan pêk anî.
Mehmet Akif Inan ji Rudawê wiha got, “Dîroka hatina serokomarê Tirkiyeyê ne diyar e, lê serokomarê Irak û Tirkiyeyê jî beriya niha behsa wê serdanê kiribûn. Dema hatina Erdogan dibe ku meha çileyê be û dikarê demekê din jî be. Heta niha demek fermî tekez nebûye.”
Wek tê zanîn Erdogan roja 29ê Adara 2011an dema ku hêj serokwezîr bû sedana Hewlêrê kir û tevlî merasîma vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
Herwiha Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî 26ê Mijdara îsal serdana Hewlêrê kir.
Rudaw
