• Monday, 16 February 2026
logo

Mihemed Îhsan: Adem jî vegere, navçeyên Kurdistanî nayên radestkirin

Gulan Media December 16, 2014 Nûçe
Mihemed Îhsan: Adem jî vegere, navçeyên Kurdistanî nayên radestkirin
Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêmê Mihemed Îhsan, tekez kir ku tişa hikûmeta Malikî di 8 salên borî de li beramberî Kurdan kiriye ne kêmî wêna bûye ku Sedam Husên li beramber Kurdan kiriye.

Derbarê navçeyên Kurdistanê yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê de jî Mihemed Îhsan got: ‘’Careke din ‘Adem’ jî vegere û qernekî din jî çêbibe, ew navçeyên ku Kurdistanî ne nayên radest kirin û Kurdistanî ne, tu derfet têde nîne.’‘

Derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê de, Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyê Îdareya Herêmê Mihemed Îhsan got: ‘’Serdana Barzanî ya Bexdayê bo wê yekê bû daku pirsa petrolê were çareserkirin. Çareseriya petrolê jî îro eger demkî jî be, li gor min çarseriyeke pir baş e. Ji ber pêdiviya me hemû aliyan bi çareseriyê ye û di vê qonaxê de tiştekî baş e. Bila em derfeteke din jî bidin wan kesan ku li Bexdayê hikûmeteke nû pêkanîne daku pirsgirêkan çarser bikin.’‘

Li ser madeya 140’ê jî ka gelo di rêkeftinnameya Hewlêr û Bexdayê de hatiye behskirin, Mihemed Îhsan ji malpera fermî ya PDK’ê re got: ‘’Şanda Kurdistanê behsa dosyayekê kiriye û neçûye nav hemû pirsgirêkan ku ligel Bexdayê çareser bike. Eger ev pirsgirêk jî hat çareserkirin û paşeroja wê diyar bû, pirsgirêk bi awayekî bingehîn hat çereserkirin, wê demê rê xweş dibe bo çarserkirina pirsgirêkên din ên navbera Hewlêr û Bexdayê.’‘

Mihemed Îhsan wiha axifî: ‘’Ji sala 2007’ê ve heta niha tişta ji destê Bexdayê hat li dijî Kurdistanê kir, Kurdistan bi dîplomasiyê çû pêş, ji 2011 ve em ji Bexdayê qut bûn, qutbûnek ku hemû tiştek qut bûbû, ew tişta ku hikûmeta Malikî di 8 salên borî de li beramber Kurdistanê kir, bawer bikin, ez berpirs in ji axaftinên xwe; Ne kêmtir bû ji wêya ku Sedam Husên li dijî Kurdan kir. Lê niha dema tu dixwazî li hikûmeteke din pirsgirêkan çareser bikî bijarde sînordar in. Lê divê şansekî din bê dayîn êdî bi çi awayekî be.’‘

Derbarê wan navçeyên Kurdistanê de jî ka gelo dê Kurd careke din radest bikin, Mihemed Îhsan got: ‘’Niha tişta hatiye kirin bi xwîna ciwanên Kurd ew navçe hatine vegerandin, careke din em wan naxin ber bazarê û bibêjin were em dê li ser tenazûlê bikin. Ew cih û navçeyên ku bi xwînê hatine vegerandin zehmete careke din ji destê Kurdan derkevin. Berî niha derfet hebû ku bi gotûbêjê hinek tişt werin çarserkirin lê ew derfet ji dest xwe dan. Loma Careke din ‘Adem’ jî vegere û qernekî din jî çêbibe, ew navçeyên ku Kurdistanî ne nayên radest kirin û Kurdistanî ne, tu derfet têde nîne.’‘

Bas news
Top