Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Almaniyayê kir
Sefîrê nû yê Almaniyayê got ku, ew gelelk kêfxweş e li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û hêvî kir ku, ew bikaribe asta têkleiyên navbera Almaniya û herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke pêşkeftîtir bibe.
Ênzwêyler rola hikûmet, xelik û pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorê û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand û piştgiriya xwe û hikûmeta Almaniyayê bo hikûmeta herêma Kurdistanê, bi tyabetî di warê alîkariyên însanî û serbazî de diyar kir.
Konsulê Amaniyayê xwesteke welatê xwe ji bo pêşdebiririna têkeliyan bi herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê siyasî, êkonomî û bazirganî de, nîşan da û got ku, hijmareke zêde ya şirket û kompaniyên almaniyayî bi awayekî çalak beşdarîyê di pêşangeha Hewlêrê ya navdewletî de dikin û ”Em kompaniyên Alamniyayê teşwîq dikin daku li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de destbikarbûna sefîrê nû yê Almaniyayê li Hewlêrê, pîroz kir û pitgirîya hikûmeta herêma Kurdistanê jê re nîşan da. Barzanî bi navê gel û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya piştevaniya hikûmeta Almaniyayê a di warê însazî û leşkerî de û vekirina dewreyên meşiq û rahînanê bo pêşûmergeyên Kurdistanê kir û got: Em gelek bi giringî ve li alîkariyên leşkerî û însanî yên hikûmeta Almaniyayê bo herêma Kurdistanê dinêr in û em hêvîdar in ew hevkarî û alîkarî berdewam bin.
Her du aliyan têkeliyên navbera Herwlêr û Bexdayê, rewşa niha ya herêma Kurdistan Îraq û deverê di warê siyasî û mirovî de, metirsiyên rêxistian terorîstiya DAÎŞ bo ser emniyeta deverê gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de sefîrê Almaniyayê piştevaniya welatêxwe ji bo lihevhatina Hewlêr û Bexdayê ragehand.
