Lêvegera Siyasî ya Rojava 6 endam ên xwe hildibêjre
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) dibêje ku, Girêbseta Civakî ya ku li Rojavayê Kurdistanê pêkanîne “ne ji ezmana daketiye” , lewma encamdana guhertina di wê girêbestê de cihê gotûnbêjê ye.
Di daxuyaniyeke taybet de ji bo BasNewsê, Hevserokê TEV–DEMê Ebdulselam Ehmed amaje bi Girêbesta Civakî kir, ya ku ji aliyê rêveberiya xweseriya demokratîk ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêkanîn û got ku, di civîna Lêvegera Siyasî ya Kurdî de “Wê gotûbêj li ser hemû babetan were kirin, di nav wan de jî Girêbetsa Civakî.”
Ehmed diyar kir ku “Bendên Girêbesta Civakî ne pîrozin û ji ezmanan daketin e, lê ew ji encama xwesteka gel e, her bendekî wê jî bibe asteng li pêş karê hevbeş, yan jî ne di xizmeta rewşa civakî de be, em dê li alternatîvekî baştir bigerin.”
Derbarê cûdahiya di navbera Lêvegera Siyasî ya Kurdî û rêveberiya xweser de, Ehmed da zanîn ku “Lêvegera Siyasî dezgehek taybet bi pirsên Kurdî ye, lê rêveberiya xweser encama lihevkirina hemû pêkhateyên navçeyê ye, ji Kurd, Ereb, Xirîstî û Aşûrî.”
Hevserokê TEV–DEMê balkişabde ser hilbijartina her 6 endam ên mayîn di Lêvegera Siyasî ya Kurdî de û got: “Her kes dikare xwe berbijêr bike, îro, Sêşemê, jî dê ew her 6 endam ên mayîn dê ji aliyê her 24 endamên diyarkirî yên lêvegerê ve werin hilbijartin.”
Basnews
