Rojhilat- Girtî sînorê mirinê de ne
Li gorî agahiyên Rûdawê kesên ku li girtîgeha bajarê Ormiyê yê de ketine gireva birçîbûnê rakirinê nexweşxane.
Hat ragihandin ku çalakvanê bi navê Elî Efîşarî dema radikin nexweşxanê rastî êrişên leşkerên Îranê tê.
Li girtîgehê di serî de 29 kes ketibûn çalakiyê lê ji wan 2 kes şandin Girtîgeha Mahabadê.
Kesên ku li girtîgeha Ormiyê li dijî kiryarên rayedarên girtîgehê ketine gireva birçîbûnê.
Malbatên girtiyan çend çaran li ber deriyê Girtîgeha Ormiyê çalakî dijî rayedarên lidarxistine.
Çalakvan Xalîd Mihemed Zade ji Rûdawê re wiha got, “Partiyên kurdî yên siyasî dikarin mijara gireva birçîbûnê bikin mijarek navnetewî.”
Zade anî ziman ji ber ku partî ne li hevin bi hev re li dijî wê yekê hewl nadin û got, “Ji bo gireva birçîbûnê jî li hev nakin.”
Rudaw
