Aliyên siyasî li hember lihev kirina Goran û YNKê dilgiranin
Part û aliyên siyasî yên Kurdistanê li hember lihev kirina Goran û YNKê li ser postên parêzeha Helebceyê dilgiranin.
Îro di civînekî de ku li şaxê 12an ya partiya demokrata Kurdistanê ya li Helebceyê hatibû lidarxistin, part û aliyên siyasî yên Kurdistanê yên li Helebceyê dilgiraniya xwe ya li hember lihev kirina Goran û YNKê li ser dabeş kirina postên parêzgeha Helebceyê diyar kirin.
Her di civînê de aliyên han biryar li ser vê yekê dan daku nameyek amade û pêşkêşî Goran û YNKê bikin û tê de daxwaz ji wan bikin daku wenêrînek bo dabeş kirina wan postan bikin.
Herwiha hate gotin ku biryare sibê nunerên wan aliyan li gel heyetên Goran û YNKê de bicivin û di vê derbarê de giftûgo bikin.
